انتقل إلى المحتوى

مستخدم:Cano Şakir

من ويكيبيديا، الموسوعة الحرة

Kurtejiyan Cano Şakir 2020


Helbestvan û Nivîskarê kurd Cano Şakir, di 24.12.1974'an de li Gundê Til xatûnê a girêdayî bajarê Tirbespiyê ya ser bi navçeya Qamişlo ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye diniyayê. Xwendina xwe ya seretayî li gund temam dike û xwendina xwe ya navendî li bajarê Tirbespiyê bi dawî dike. Di despêka salên 1990 de, berê xwe dide Şamê paytexta welatê Sûriyyê , li wir çend hevalan nas dike û xebatên wî yên ji bo Mûzîk û Şanoyê bi rêve diçin, heta salên 1997'an hêdî berê xwe dide koçberiyê û li Almaniya bi cî dibe. Nivîsên wî di kovar, rojname wek polîtîka Azad, Yeni Özgür politik, Diyarname, her wiha hin malper û quncikên internetê derketine. Cano Şakir hîna di salên xwe yên dibistanê de têkiliya wî bi helbestê re hebû. Di sala 1989'an helbesta yekem bi 'navê Ez kurdim Ez Kurdim ' wî nivîsiye, Ji wê çaxê heta niha ew bi helbest, çîrok, gotar û hin nivîsên din re mijûl e. Ew endamê Pena Kurde. Ji Havîna 2018'an ve, di Çira Tv de, Bernameya Pencereya Wêjeyê pêşkêş û amade dike. Ji sala 2020‘an ve di navendea nûçeyan de a Çira Tv’ê de ye. Her wiha ew ji sala 2020’an ve, Endamê Sandîkeya Rojnemevaniyê a Rojnemevanê Elamaniyayê ye.

Berhemên wî yên çapkirî ev in. 1- Rojava, Helbest, Weşanên Ar 2013 2- Rêwîtiya Ber Bi Avê Ve, Çîrok, Weşanên Ar 2014 3- Şeva Tirsê, Helbest, Weşanên Ar 2016 4-Şaviya Mirinê, Helbest, Weşanên Ar 2017 5- Împeratoriya Helbestê (Nameyên Ji Gazinan) Weşanên Ar, Destana Helbestî, 2017. 6-77 Pêlên Ji Bêhna Leyana Şevê, Destana Helbestî, Weşanên J&J 2018 7-Rawestgehên Bendemanê-Destana Helbestî, Weşanên Ar 2018 8- Helbestname (1), Helbest, Weşanên Ar 2019. 9- Helbestname (2), Helbest Weşanên Ar 2019 10- Antolojiya Helbesta Nûjen A Rojavayê Kurdistanê Weşanên Ar 2020 11- Helbestname(3) Weşanên Ar 2021 12- 2021 Gotarên Wêjeyî Weşanên Ar 13- 2022 Helbestname 4 Weşanên Ar